Pîranşar; Osman Dadwend hate girtin û ji bo girtîgehê hate veguhstin

Osman Dadwend, welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Pîranşarê, ji bo birêvebirina sizayê 3 sal girtîgeha ku bi ser

13 January 2024 21:36

 

Hengaw; Şemî 13ê Çileya 2024an

Osman Dadwend, welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Pîranşarê, ji bo birêvebirina sizayê 3 sal girtîgeha ku bi ser de hatî sepandin, hate girtin û ji bo girtîgehê hate veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 13ê Çileya 2024an, Osman Dadwend, xelkê gundê "Badînava" yê ser bi bajarê Pîranşarê, piştî gazîkirin bo Taya Birêvebirina Sizayan a vî bajarî hate girtin û ji bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhestin.

Osman Dadwend yê 45 salî, beriya niha ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Pîranşarê ve bi serokatiya dadwer Riza Qehromaî Saetlû, bi tohmeta "endamê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê", bi 3 sal girtîgehê hatibû sizadan.

Ev welatiyê Kurd di naverasta sala borî de, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştî demekê, bi danîna barimteya yek milyard Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin