Raporek ji girtin, îşkence û birîndarbûna çar kolberên Kurd li sînorê Banê

11 August 2024 11:21

Hengaw; Yekşemî 11ê Tebaxa 2024an

Çar kolberên Kurd ên xelkê bajarê Seqizê yên bi navên Hawrê Muradî, Diyako Fetahî, Kemal Destewanê û Kemal (paşnavê wî nexuya ye) ji ber gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bi tundî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 8ê Tebaxa 2024an, Hawrê Muradî, Diyako Fetahî, Kemal Destewanê û Kemal (paşnavê wî nexuya ye), her çar kolber yên xelkê Seqizê di dema kolberiyê de li ser sînorê Hengejalê yê ser bi Banê ji aliyê hêzên leşkerî ve hatine girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev çar kolberên Kurd ji aliyê van hêzan ve destpêkê rastî girtin û îşkencekirinê hatine û paşê ew hatine berdan û ji pêşt ve bi çeka saçmeyî ew kirine armanc ku di dawiyê de bi giranî hatine birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin