Raporek ji Mihemedferîq Şerî`etpenah ji çalakvanê olî yê girtî li girtîgeha Urmiyê

11 August 2024 13:02

Hengaw; Yekşemî 11ê Tebaxa 2024an

Mihemedferîq Şerî`etpenah, çalakvanê olî yê Kurd û xelkê Bokanê nêzî sê mehan e ku ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hatiye girtin û nêzî 20 roje jî ti pêwendiyek bi malbata xwe re nebûye ku ev yeka bûye nîgeraniyek micid derbarê çarenivîsa wî. Navbirî li yek ji girtîgehên îdareya Îtilaatê li Urmiyê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Mihemedferîq Şerî`etpenah, çalakvanê olî yê hatî girtin û xelkê gundê “Hacî Ava” yê ser bi Bokanê ku li girtîgeha Urmiyê girtî ye, di heyama 20 roj beriya niha de ji pêwendî û hevdîtina bi malbata xwe re hatiye bêparkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, malbata vî çalakvanê olî ji aliyê îdareya Îtilaatê ve derbarê medyayîkirina girtina navbirî rastî gefxwarinê hatiye.

Vê çavkaniyê gotiye ku, di heyama salên borî de jî, du birayên Mihemedferîq Şerî`etpenah, bi sedema çalakiyên mezhebî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne gazîkirin û midehekê jî di girtîgehê de bûn.

Mihemedferîq Şerî`etpenah, roja Çarşemî 15ê Gulana 2024an, ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hate girtin û paşê bo yek ji girtîgehên vê saziya ewlehî li Urmiyê hatibû veguhastin û di dawiyê de piştî bi dawîhatina qonaxên lêpêçînê bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin