Girtîgeha navendî ya Urmiyê; Solmaz Hesenzade ji endama malbatên dadxwaz dest avêt bi gireva birçîbûnê

11 August 2024 21:43

Hengaw; Yekşemî 11ê Tebaxa 2024an

Solmaz Hesenzade ji endama malbatên dadxwaz ên Kurdistanê ku nêzî du hefte berî niha hevdem digel salvegera jidayîkbûna Mihemed Hesenzade ji canjidestdayiyên tevgera Jin Jiyan Azadî digel bavê xwe yê bi navê Ehmed Hesenzade ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Bokanê hatibûne girtin, di odeya takekesî ya girtîgeha navendî ya Urmiyê de dest avêt bi gireva birçîbûnê.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Solmaz Hesenzade bi nîşaneya nerazîbûnê derheq nexuyabûna çerenivîs û bêparbûn ji hevdîtin bi malbata xwe re ji roja Sêşemî 6ê Tebaxa 2024an ve, di odeya takekesî ya girtîgeha navendî ya Urmiyê de dest avêtiye bi gireva birçîbûnê.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiya Kurd ji yekem roja veguhastina wê bo girtîgeha navendî ya Urmiyê ji sibêdeha roja Çarşemî 31ê Tîrmehê ve heya niha di odeya takekesî ya vê girtîgehê de hatiye ragirtin û bo beşa giştî nehatiye veguhastin û herwiha ji mafê destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtin bi malabata xwe re hatiye bêparkirin.

Solamaz Hesenzade digel bavê xwe yê bi navê Ehmed Hesenzade roja Sêşemî 30ê Tîrmehê, hevdem digel salvegera jidayîkbûna Mihemed Hesenzade li meşa êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala wan, bi bê ti belgeyên yasayî û bi awayekî hovane û bi lêdan û kutanê hatibûne girtin. Daye Ezîme, dayîka Mihemed Hesenzade jî, ji aliyê van hêzan ve bi tundî rastî lêdanê hatibû û ji ber birînên xwe bo nexweşxaneya Duktor Qulîpûr a Bokanê hatibû veguhastin.

Ehmed Hesrnzade, bavê dadxwaz ê Mihemed Hesenzade ku di girtîgeha navendî ya Bokanê de bû, roja Çarşemî 31ê Tîrmeha 2024an, bi danîna barimteyê hatibû berdan.

Ehmed Hesenzade û Solmaz Hesenzade li rêkefta 5ê Îlona 2023an jî hatibûne girtin. Herwisa Solmaz Hesenzade êvareya roja Çarşemî 27ê Îlonê dîsan digel sê kes ji hevalên xwe li rêya navbera Bokan bo Seqizê hatibûne girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin