Sebzewar; Girtina Murteza Keywanlû bo birêvebirina sizayê girtîgehê

11 August 2024 21:49

Hengaw; Yekşemî 11ê Tebaxa 2024an

Murteza Keywanlû yê welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Coxetay yê girêdayî parêzgeha Xurasana Rezewî ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî yê Sebzewarê hate veguhastin.

Pêka rapra ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 8ê Tebaxa 2024an, Murteza Keywanlû ê welatiyê Kurd ê temen 41 salî û bavê du zarokan piştî gazîkirin bo beşa Birêvebirina Sizayan a Coxetay hate girtin û bo birêveberina sizayê girtîgehê bo girtîgeha navendî ya Sebzewarê hate veguhastin.

Murteza Keywanlû 19ê Hezîranê, ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Sebzewarê ve bi serokatiya Mihemed Xulamî bi tohmeta propagendekirin li dijî hikûmetê bi 7 meh û 15 roj girtîgehê hatibû sizadan û sizayê navbirî di Dadgeha Pêdaçûnê de wek xwe hatiye pesendkirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev welatiyê hanê beriya niha ji ber du dosyayên dinê bi 6 meh girtîgeha ragirtî û herwisa valakirina sizayê nexdî hatibû sizadan.

Navbirî roja Yekşemî 18ê Şibata 2024an, ji aliyê hêzên Îtilaata bajarê Sebzewarê ve hatibû girtin û mehek piştre bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin