Kolberekî Kurd li Merîwanê bi teqeya hêzên leşkerî hate kuştin

01 August 2024 12:41

 

Hengaw; Pêncşemî 1ê Tebaxa 2024an

Kolberekî Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê yê bi navê Esed Efrance û temen 25 salî, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê li bilindahiyên sînorê vî bajarî hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêrên sibêdeha roja Pêncşemî 1ê Tebaxa 2024an, Esed Efrence yê xelkê gundê “Siyanav” yê ser bi bajarê Merîwanê bi teqeya hêzên leşkerî hate kuştin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Esed Efrence ku bavê zarokeke piçûk bûye li 10 kîlometriya sînor û li nêzî gundê Eskol rastî gullereşandina hêzên leşkerî hatiye.

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama Tîrmeha 2024an de, aliyê kêm 5 kolber li ser sînorên Newsûd, Merîwan, Bane û Serdeştê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hatine kuştin.


Di vî warî de zêde bixwînin