Pîranşar; Selam Xizirnijad ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

12 August 2024 21:26


Hengaw; Duşemî 12ê Tebaxa 2024an

Welatiyekî Kurd ê bi navê Selam Xizirnijad ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarê Pîranşarê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 4ê sibêdeha roja Duşemî 12ê Tebaxa 2024an, Selam Xizirnijad ê xelkê gundê "Girdebin" ê ser bi devera Lacan a Pîranşarê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi bê hebûna ti belgeyek yasayî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, li peyketinên malbata navbirî li derheq agehdarbûn ji çarenivîsa wî, heya niha bê encam maye û saziyên ewlehî di vê derbarê de xwe ji dana her bersiveke zelal dûr girtine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera Selam Xizirnijad li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin