Birîndarbûna kolberekî bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî li Banê

12 August 2024 23:40

Hengaw; Duşemî 12ê Tebaxa 2024an

Kolberekî Kurd ê xelkê bajarê Banê yê bi navê Muxtar Ebdulahî di dema kolberiyê de li ser sînorê Hengejale yê girêdayî vî bajarî bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hate birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêrên destpêkî yên sibêdeha roja Duşemî 12ê Tebaxa 2024an, Muxtar Ebdulahî, kolberê xelkê Banê bi teqeya hêzên leşkerî yên cihgir li ser sînorê Hengejale hate birîndarkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Muxtar Ebdulahî piştî lêketina gulleyên saçmeyî bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin û rewşa tendirustiya wî baş e.


Di vî warî de zêde bixwînin