Girtîgeha Xuremava; Birêveçûna sizayê darvekirina aliyê kêm 14 girtî di heyama 17 rojan de

13 August 2024 20:47

Hengaw; Sêşemî 13ê Tebaxa 2024an

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama 17 rojan de (27ê Tîrmeha 2024an heta 12ê Tebaxa 2024an), sizayê darevkirina aliyê kêm 14 girtî ji wan jinek ku berê bi tohmeta kuştina bi qest û tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Xuremavayê (girtîgeha Parsîlûnê) bi rê ve çûye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 12ê Tebaxa 2024an, sizayê darvekirina du girtiyên xelkê Xuremavayê ku nasnavê yek ji wan bi Ayet Beyrawend yê 29 salî hatiye zanîn û nasnameya girtiyê dinê di lêkolînê de ye, bi tohmeta kuştina bi qest li girtîgeha navendî ya Xuremavayê hate birêveçûn.

Di rêkefta 10ê Tebaxê de jî, çar girtî di heman girtîgehê de yên bi navên Husên Hatemî yê xelkê Birûcerdê û Nasir Gerawend yê xelkê devera Gerawenda Kuyeştê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber û Mîlad Hadîpûr û Şîrzad Reşadet bi tohmeta kuştina bi zanebûn di dosyeyeke hevpar de, di rojekê de hatine darvekirin.

Herwisa roja 3ê Tebaxê, sizayê darvekirina du girtî yên xelkê Dêzfûlê yên bi navên Malik Eşrer yê 35 salî û Ehmedriza Tonî yê 47 salî ku berê di dosyeyek hevbeş de bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan, di girtîgeha navendî ya Xuremavayê de hate birêveçûn.

Di meşa berdewam a wan îdamkirinan de, roja Pêncşemî 1ê Tebaxê, du girtiyên ku nasnameya yek ji wan Hamid Parsê hatiye zanîn û berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan, hatiye cîbicîkirin.

Roja Şemî 27ê Tîrmeha 2024an jî, çar girtî ji wan jinek ku nasnameya wê nehatiye zanîn, bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber li girtîgeha Parsîlûnê hatibûne darvekirin. Nasnameya sê kesên ku hatibûne darvekirin bi Ezîm Emrayî yê 45 salî û xelkê Kuyeştê, Erdeşîr Melekî yê 45 salî û xelkê Elîguderzê û kesek jî bi paşnavê “Ferûxpûr” yê 27 salî û xelkê Tehranê hatiye zanîn.


Di vî warî de zêde bixwînin