Gazîkirin û girtina Muhsên Acî yê welatiyê xelkê Pîranşarê

13 August 2024 22:27

Hengaw; Sêşemî 13ê Tebaxa 2024an

Muhsên Acî yê xelkê bajarê Pîranşarê piştî gazîkirin bo Îtilaata Spaha Pasdaran a vî bajarî hate girtin û ji çarenivîsa wî ti zanyariyek li ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 11ê Tebaxa 2024an, Musên Acî, welatiyê 27 salî yê xelkê gundê “Kanî Bidax” ê ser bi Pîranşarê, piştî gazîkirin bo Îtilaata Spaha Pasdaran a vî bajarî hate girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedema girtin, tohmetên li dijî wî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina Muhsên Acî li ber dest nîne û lipeyketinên malbata navbirî bê encam mane.


Di vî warî de zêde bixwînin