Girtîgeha Sebzewar; Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd û Belûç hate cîbicîkirin

14 August 2024 17:19

Hengaw; Çarşemî 14ê Tebaxa 2024an

Sizayê darvekirina 2 girtiyên Kurd û Belûç ên xelkê Sebzewarê ku beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madeyên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya bajarê Sebzewarê yê girêdayî parêzgeha Xurasana Rezewî hate cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 14ê Tebaxa 2024an, du girtî yên bi navên Riza Zerdkohî yê temen 31 salî û Mûselriza Îbrahîmî yê temen 24 salî li girtîgeha navendî ya Sebzewarê hatine darvekirin.

Mûselriza Îbrahîmî yê hevwelatiyê Belûç ê xelkê Sebzewarê û Riza Zerdkohî yê welatiyê Kurd ê xelkê gundê Zerdkohî yê ser bi bajarê Dawerzena Xurasana Rezewî û bavê zarokek 4 salî, sê sal berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Nûçeya darvekirina van du girtiyane heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin