Birêveçûna sizayê darvekirina aliyê kêm sê girtiyan li girtîgeha navendî ya Şîrazê

10 October 2024 14:28

Hengaw; Pêncşemî 10ê Cotmeha 2024an

Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd yên bi navên “Suhêyl Hebîbulah û Esxer Qurbanî” û herwisa girtiyek Ereb ê bi navê “Yasîn Emîrî” li girtîgeha navendî ya Şîrazê (Adilava) hate birêveçûn. Ew berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 8ê Cotmeha 2024an, sizayê darvekirina Suhêyl Hebîbulah û Esxer Qurbanî herdu xelkê bajarê "Îsferayn" ê ser bi parêzgeha Xurasana Bakur û herwiha Yasîn Emîrî yê xelkê bajarê "Sûsengêrd" ê ser bi parêzgeha Xûzistanê li girtîgeha navendî ya Şîrazê hate birêveçûn.

Hêjayî gotinê ye ku, Yasîn Emîrî 4 sal berî niha û Suhêyl Hebîbulah û Esxer Qurbanî herdu di dosyeyeke hevpar de ji sê sal berî niha ve bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van sê girtiyan li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin