Girtîgeh Qizilhesar; Sizayê darvekirina çar girtiyan ku yek ji wan Kurd û yek jî xelkê Efxanistanê ye hate cîbicîkirin

14 August 2024 21:38

Hengaw; Çarşemî 14ê Tebaxa 2024an

Sizayê darvekirina 4 girtiyan ku yek ji wan Kurd e û yên bi navên Nasir Şefî`î, Seîd Niyazî, Bêhrûz Wefayî û yek jî xelkê Efxanisatnê ye li girtîgeha Qizilhesarê hate cîbicîkirin. Ev girtiyên hanê beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madeyên hişber û kuştina bi zanebûnê bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 12ê Tebaxa 2024an, sizayê darvekirina Seîd Niyazî yê xelkê Birûcird ê ser bi parêzgeha Loristanê, Bêhrûz Wefayî yê rûniştiyê bajarê Tehranê û yek jî xelkê Efxanistanê ku nasnameya wî di halê lêkolînê de ye, li girtîgeha Qizilhesarê hate cîbicîkirin.

Hevdem, sizayê darvekirina Nasir Şefî`î yê 37 salî û welatiyê Kurd ê xelkê gundê "Nebîkend" ê girêdayî bajarê Tikabê û rûniştiyê bajarê Tehranê hatiye cîbicîkirin. Ev welatiyê Kurd berê bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan.

Di vê navberê de, Seîd Niyazî 4 sal berî niha û du girtiyên dinê jî di rêkeftên cuda de hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve, bi tohmeta pêwendîdar bi madeyên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Ti raporek derheq darvekirina van girtiyane heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatine belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin