Girtîgeha Sinê; Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd hate cîbicîkirin

15 August 2024 19:44

Hengaw; Pêncşemî 15ê Tebaxa 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Peyman Elaweysî ku ji bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî ya girtîgeha navendî ya Sinê hatibû veguhastin, hate cîbicîkirin. Navbirî berê bi tohmeta "kuştina bi zanebûnê" bi darvekirinê hatibû sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 15ê Tebaxa 2024an, sizayê darvekirina Peyman Elaweysî, girtiyê temen 37 salî li girtîgeha navendî ya Sinê hate cîbicîkirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê Kurd 5 sal berî niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûnê" hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
 
Peyman Elaweysî, birayê Elî Elaweysî yê girtiyê siyasî yê berê yê Kurd bû ku navbirî jî roja Çarşemî 14ê Tebaxê bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî ji girtîgeha Sinê hatibû berdan. 

Elî Elaweysî roja Yekşemî 14ê Tîrmeha 2024an, ji aliyê hêzên ewlehî ve li cihê karê xwe li bajarê Sinê hatibû girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin