Canjidestdana kolberkî Kurd ji ber ketin ji bilindahiyên sînor ve

02 August 2024 11:34


Hengaw;Inê 2ê Tebaxa 2024an

Kolberekî Kurd ê bi navê Nasir Osmanî ku bavê zarokekê bû, ji ber ketin ji bilindahiyên sînorê Nîrwanê yê Banê ve canê xwe ji dest da.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 1ê Tebaxa 2024an, kolberekî xelkê Rebetê yê girêdayî bajarê Serdeştê yê bi navê Nasir Osmanî yê temen 42 salî û bavê zarokekê di dema kolberiyê de ji bilindahiyên sînorê Nîrwanê ve kete xwarê û canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar,  termê navbirî ji bo bajarê Banê hatiye veguhastin û heya niha ji malbata navbirî re nehatiye dayîn.


Di vî warî de zêde bixwînin