Pîranşar; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Rehman Qadirî

15 August 2024 21:12

Hengaw; Pêncşemî 15ê Tebaxa 2024an

Welatiyekî Kurd ê bi navê Rehman Qadirî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin û ti zanyariyek derheq qedera wî li ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 12ê Tebaxa 2024an, Rehman Qadirî yê temen 25 salî û xelkê gundê "Endêzê" yê ser bi bajarê Pîranşarê piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata vî bajarî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, li peyketinên malbata navbirî li derheq agehdarbûn ji çarenivîsa wî heya niha bê encam maye û saziyên ewlehî di vê derbarê de xwe ji dana her bersiveke zelal dûr digirin.

Hêjayî behskirinê ye ku, Rehman Qadirî berî niha jî çendîn caran ji bo vê saziya ewlehî hatibû gazîkirin û rastî lêpirsînê hatibû.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin