Mehabad; Du bira ku yek ji wan zarokek 13 salî ye hatine girtin

16 August 2024 12:30

Hengaw; Pêncşemî 15ê Tebaxa 2024an

Du welatiyên Kurd ku yek ji wan zarokek bi navên Mardîn Resûlzade yê 13 salî ye digel birayê xwe yê bi navê Îhsan Resûlzade ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 14ê Tebaxa 2024an, Îhsan Resûlzade yê 22 salî digel birayê xwe yê bi navê Mardîn Resûlzade yê 13 salî li encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala wan a malbatî li taxa “Eshabê Sipî” a Mehabadê hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbata van du birayane li derheq agehdarbûn ji çarenivîsa zarokên xwe heya niha bê encam maye û saziyên ewlehî di vê derbarê de xwe ji dana her cure bersiveke rohn dûr digirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî van herdu birayan hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera wan welatiyên Kurd li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin