Seqiz; Ebdulah Şerîfzade bi 10 meh girtîgehê hate sizadan

19 August 2024 00:04

Hengaw; Duşemî 19ê Tebaxa 2024an

Ebdulah Şerîfzade, welatiyê Kurd û yek ji endamê girûpa çiyagerî ya “Helo” li bajarê Seqizê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve, bi bê amadebûna navbirî li dadgehê bi 10 meh girtîgehê hate sizadan. 

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Ebdulah Şerîfzade yê temen 30 salî û xelkê bajarê Seqizê ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi serokatiya dadwer Cewad Mistefayî û bi bê amadebûna navbirî bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê bi qazanca Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê" ji rêya çalakîkirin di nav torên civakî de bi 10 meh girtîgehê hate sizadan.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, daxwaza pêdaçûna sizayê navbirî ji aliyê Dadgeha Şoreş a Sinê ve hatiye redkirin û piştî sizayê hanê hêzên ewlehî çend caran êrîşî ser mal û cîhê karê wî kirine.

Hêjayî gotinê ye ku, Ebdula Şerîfzade li Zivistana sala 2022an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştî rojekê binçavkirin bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin