Merîwan; Senariyoya hêzên ewlehî bo girtina Umîd Ferecî

19 August 2024 10:25

Hengaw; Duşemî 19ê Tebaxa 2024an

Di berdewamiya meşa gazîkirin û girtina welatiyên gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê, welatiyekî Kurd ê bi navê Umîd Feracî bi senariyoyeke hêzên ewlehî ji rêya pêwendiyeke telefonî ji aliyê yek ji bankên bajarê Merîwanê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 18ê Tebaxa 2024an, Umîd Ferecî yê xelkê gundê “Nê” yê ser bi Merîwanê, bi senariyoya îdareya Îtilaata vî bajarî, ji aliyê yek ji tayên bankekê ve hatiye gazîkirin û li ber bankê hatiye girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên Îtilaatê bi sê trombêlan li ber deriyê bankê amade bûn û dema ku navbirî serdana bankê dike ji aliyê wan hêzan ve tê girtin û heya niha çarenivîsa wî diyar nîne.

Hêjayî gotinê ye ku, di heyama rojên borî de navendên ewlehî bi awayekî berfireh welatiyên gundê “Nê” bi taybet nûciwan û ciwanan gazî dike û wan rastî lêpêçînê tîne û tirsek xistiye di nav gund de.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, cihê ragirtin û herwiha tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin