Şino; Gazîkirin û binçavkirina Semed Şaboyî ji aliyê hêzên ewlehî ve

19 August 2024 18:48

Hengaw; Duşemî 19ê Tebaxa 2024an

Welatiyekî Kurd ê bi navê Semed Şaboyî, ji endamê malbatên dadxwaz ku berî niha jî hatibû girtin, piştî gazîkirin bo Dadgeha Şoreş a Urmiyê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 12ê Tebaxa 2024an, Semed Şaboyî yê 39 salî û xelkê gundê "Şawane" yê ser bi bajarê Şinoyê, piştî gazîkirin bo Dadgeha Şoreş a Urmiyê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Ev welatiyê hanê 12ê Adara 2024an, piştî derbaskirina 204 roj ji binçavkirinê bi danîna barimteya sê milyard Tumenî û bi wayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha Urmiyê hatibû berdan.

Hêjayî behskirinê ye ku, Semed Şaboyî, 21ê Tebaxa 2023an, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata Şinoyê hatibû girtin û di dema girtinê de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer hatibû bêparkirin.

Herwisa hêjayî gotinê ye ku, Siyamend Şaboyî, birayê Semed Şaboyî û endamê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, di 11ê Tîrmeha 2023an de, li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hate terorkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin