Bane; Du kolber bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hatine birîndarkirin

19 August 2024 22:09

Hengaw; Duşemî 19ê Tebaxa 2024an

Du kolberên Kurd ên bi navên Hemîd Ehmedî, xelkê Dîwanderê û Mehmûd (paşnavê wî nediyar e) ê xelkê Banê li ser sînorê "Sertezîn" ê ser bi Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îsalmî ya Îranê bi dijwarî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 18ê Tebaxa 2024an, hêzên leşkerî yên cihgir li ser sînorê Sertezîn ê girêdayî bajarê Banê, ji mewdaya nêzîk ve komek kolber dane ber gulleyan û di encamê de, du kolberên Kurd ên bi navên Mehmûd (paşnavê wî nediyar e) ê temen 50 salî û xelkê Banê û Hemîd Ehmedî yê 38 salî û xelkê Dîwanderê hatine birîndarkirin.

Pêka gotina çavknaiyeke agehdar, ev du kolberên hanê bi çekên saçmeyî û bi bê agehdarkirina berê hatine armanckirin û Mehmûd ji aliyê ser û çavê xwe ve hatiye birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin