Du girtî li girtîgeha Zencanê hatine darvekirin

20 August 2024 15:58

Hengaw; Sêşemî 20ê Tebaxa 2024an

Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd û Tirk ên bi navên Mehdî Pîrî û Mezahîr Eywezî ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi girtîgehê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Zencanê bi rê ve çû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 19ê Tebaxa 2024an, sizayê darvekirina Mehdî Pîrî yê 31 salî û Mezahîr Eywezî yê 35 salî li girtîgeha navendî ya Zencanê hate birêveçûn.

Mehdî Pîrî yê welatiyê Kurd û xelkê bajarê Şîrwanê yê ser bi parêzgeha Xurasana Bakur, du sal berî niha bi tohmeta “madên hişber” hatibû girtin û Mezahîr Eyweşî yê hevwelatiyê Tirk û xelkê Zencanê jî, sê sal berî niha bi tohmeta “kuştina bi qest” hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Nûçeya darvekirina van du girtiyane heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin