Birîndarbûna kolberek li sînorê Banê bi teqeya hêzên leşkerî

20 August 2024 21:16

Hengaw; Sêşemî 20ê Tebaxa 2024an

Kolberekî Kurd ê xelkê Banê yê bi navê Selah Ferecî, di dema kolberiyê de li ser sînorê "Zelê" yê girêdayî vî bajarî bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hate birîndarkirin.

Pêka nûçeya ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 20ê Tebaxa 2024an, Selah Ferecî yê kolberê xelkê Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên cihgir li ser sînorê "Zelê" yê Banê hate birîndarkirin.

Selah Feerecî piştî wê ku rastî gullereşandina hêzên leşkerî hatiye, bi sedema dijwarbûna birînên xwe bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin