Rapora taybet ya Hengawê derbarê xwekujiya zarokekî kar piştî destdirêjiya seksî û bacwergirtin ji vî zarokî ji aliyê du kes li bajarê Qurwê

21 August 2024 18:04

Hengaw; Çarşemî 21ê Tebaxa 2024an

Ferîd Sadiqî, zarokê kar ê xelkê bajarê Qurwê û zarokê telaq ku du mehên dinê çardehemîn sala jiyana xwe dawî pê dianî û ber bi pazedehemîn sal ve diçû, ji ber destdirêjiya seksî ya du kesên temen 35 û 50 salî û vîdyo tomarkirin û bacsitandin ji wî di heyama sala borî de, di vê dawiyê de hewla xwekujiyê daye û dawî bi jiyana xwe aniye.

Pêka nûçeya ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 12ê Tebaxa 2024an, zarokek temen 14 salî yê bi navê Ferîd Sadiqî, ji ber givaşên derûnî li encama destdirêjiya seksî û bacwergirtina pare ji aliyê du kes yên bi navên “H.T” temen 50 sal û “K.I” temen 35 sal ve, li mala xwe ya malbatî li gundê “Çomeqilû Gencî” yê ser bi bajarê Qurwê xwe dar vekir û bi vî rengî dawî bi jiyana xwe anî.

Endameke malbata Sadiqî di vê derbarê de ji Hengawê re ragihandiye ku: “Piştî xwekujiya Ferîd û lênêrîna telefona wî, me zaniye ku du kes bi navên “H.T” û “K.I” li torên civakî yên “Şad” û “Rubîk” ji salek beriya niha ve bi berdewamî gefa belavkirina vîdyoyan jê kirine ku li dema destdirêjîkirina seksî li ser navbirî hatiye tomarkirin. Ew du kesane sala borî çendîn caran ew zaroke neçar bi qebûlkirina daxwaza nemirovane û ne exlaqiyên xwe û herwisa bacwergirtina malî kirine.”

Yek ji rûniştiyê gundê “Çomeqilû Gencî” tevî piştrastkirina van zanyariyane ji Hengawê re ragihandiye: “Êvareya roja bûyerê, Ferîd di halekê de ku gelek aciz bû, kêrek girtibû destê xwe û gotiye ku diçime gundê cîran da ku wan du kesane ku berdewam min rastî azaran tînin, bikujim û di encamê de bi navbendçiya hejmarek ji rûniştiyên gund, navbirî poşman kirine û şandine bo malê”.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, roja bûyerê, bav û zirdayîka Ferîd, xwîşka wî ya biçûk ku lingê wê hatibû şewitandin, bi mebesta çareseriya pizîşkî birine bajarê Qurwê û Ferîd di halekê de ku kes li malê nebûye, xwe kuştiye.

Hêjayî behskirinê ye ku, dayîk û bavê Ferîd 5 sal berî niha ji hev cuda bûbûn û herdu zewicîbûn. Ferîd karîbû heta sala yekem a amadeyî xwendina xwe bidomîne û piştre dev ji xwendina xwe berdabû û dest avêtibû bi karkirinê. Ferîd ji par ve li Tehranê li meydaneke êmîş û terebarê mijûlê karkirinê bû.

Li gorî gotina yek ji kesên nêzî Ferîd, navbirî rêkefta 7ê Tebaxê ji bo serdana malbata xwe ji Tehranê vegeriyabû Qurweyê û du kesên destdirêjker careke din ew aciz kiribûn û her ev yeka jî bû sedema xwekuştina Ferîd.

Lipeyketinên Hengawê nîşan didin ku, yek ji wan du kesên destdirêjker ku herdu roja Sêşemî 20ê Tebaxê, ji aliyê hêzên Întizamî ve hatine girtin, pismamê hevjînê nû yê dayîka Ferîd e. Herwisa roja Sêşemî jî, sikalaya malbata Sadiqî li dadgehê hatiye tomarkirin.

Ji aliyek dinê ve, termê Ferîd piştî lêkolîna termê wî ji aliyê Pizîşkî Dadwerî ve, roja Çarşemî 14ê Tebaxê li gundî wî bi axê hate sipartin.


Di vî warî de zêde bixwînin