Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha Miyanduavê hate cîbicîkirin

22 August 2024 00:30

Hengaw; Çarşemî 21ê Tebaxa 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd û xelkê Urmiyê yê bi navê Mihemed Daxistanî ku berî niha bi tohmeta pêwedîdar bi madên hişberbi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Miyanduavê hate cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 21ê Tebaxa 2024an, girtiyekî Kurd ê bi navê Mihemed Daxistanî yê xelkê gundê "Hekê" yê girêdayî navçeya Tirgewer a Urmiyê û rûniştiyê bajarê Urmiyê li girtîgeha navendî ya Miyanduavê hate darvekirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Mihemed Daxistanî çend sal berî niha bi tohmeta pêwedîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd, heta dema belvabûna vê nûçeyê di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nezî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin