Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Tewrêzê hate cîbicîkirin

23 August 2024 11:10

Hengaw; Înê 23ê Tebaxa 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd yê bi navê Xalid Cehangîrî li girtîgeha navendî ya Tewrêzê hate cîbicîkirin. Ev girtiyê hanê berî niha bi tohmeta pêwedîdar bi madên hişber bi îdamê hatibû sizadan.

Pêka rapora ku gihye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 22ê Tebaxa 2024an, sizayê darvekirina Xalid Cehangîrî, bavê du zarokan û xelkê gundê "Balavê" yê ser bi bajarê Urmiyê li girtîgeha navendî ya Tewrêzê hate cîbicîkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Xalid Cehangirî pênc sal berî niha bi tohmeta pêwedîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd, heta dema belvabûna vê nûçeyê di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nezî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin