Nexuyabûna çarenivîsa 8 çalakvanên jîngehparêzî yên xelkê Giyelanê û hewla Spahê bo dosyesazî li dijî wan

24 August 2024 12:42

Hengaw; Şemî 24ê Tebaxa 2024an

Mariya Xanî, Muhsên Îsfendiyarî, Areş Ulfetî, Cehangîr Azadî, Lutfulah Perwîz, Hemîd Riza Rehîmiyan, Selman Perhan û Mihemed Perwîz ji çalakvanên sivîl û jîngehparêzî yên xelkê Giyelanê ne ku di navîna meha Tebaxê de ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatibûne girtin û heta niha çarenivîsa wan xuya nîne.

Pêka rapora ku gihye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî derbasbûna zêdetirî 10 roj ji binçavkirina heşt çalakvanên sivîl û jîngehparêzî yên xelkê Giyelanê yên bi navên Mariya Xanî, Muhsên Îsfendiyarî, Areş Ulfetî, Cehangîr Azadî, Lutfulah Perwîz, Hemîd Riza Rehîmiyan, Selman Perhan û Mihemed Perwîz, zanyariyek hûr li ser çarenivîs û cihê ragirtina wan li ber dest nîne û lipeyketinên malbatên wan di vê derbarê de bê encam mane.

Li gorî gotina endamên malbatên wan kesane: “Spaha Pasdaran di hewlê de ye ku bi tohmetên bê bingeh li dijî wan kesane, çalakiyên wan bi bêrêzîkirina bi xelk û serkirdeyan ve girê bide û wan bi partiyên opozisyon û dezgehên îtilaatî yên derveyê welat ve girê bide û ji wê rêyê ve ji bo wan dosyeyan çê bike. Herwisa di pêwendî digel vê mijarê de, li dijî çalakvanên siyasî yên xelkê Giyelanê û rûniştiyên li derveyî welat jî dosye hatine çêkirin. ”

Areş Ulfetî û Mihemed Perwîz roja 15ê Tebaxa 2024an, û ew şeş kesên dinê jî roja Sêşemî 3ê Tebaxê hevdem digel du welatiyên dinê yên bi navên Elî Ferec Xanî û Mistefa Rostemî ku paşê hatine berdan, hatibûne girtin.

Hengawê berê di raporekê de ragihandibû ku, ew kesane ji hevkarên kempeyna komkirina wajo li jêr navê kempeyna “Rizgarkirina Zagrosê” bûn û di kontrolkirin û temirandina agirpêketinên vê midehê yên daristanên wê navçeyê de çalakane beşdariya wan hebû.

Hêjayî behskirinê ye ku, hestyariya li hember çalakvanên sivîl, kultûrî û jîngehparêzî yên vî bajarî, piştî rêûresma Newroza îsal ku zêdetirî 30 hezar kesî di wê rêûresmê de beşdarî kiribûn, zêdetir bûne.


Di vî warî de zêde bixwînin