Tehran; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Pûya Îsfendiyarî, peresdarê nexweşxaneya Mîlad

24 August 2024 21:22

Hengaw; Şemî 24ê Tebaxa 2024an

Pûya Îsfendiyarî, peresdarê nexweşxaneya Mîlad a Tehranê û welatiyê Kurd ê xelkê Dîwanderê, ji pênc roj beriya niha ve ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û ti zanyariyek ji çarenivîsa wî ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 20ê Tebaxa 2024an, Pûya Îsfendiyarî, peresdarê nexweşxaneya Mîlad a Tehranê û 31 salî û xelkê bajarê Dîwanderê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û heta niha ji mafê pêwendîgirtin û hevdîtina bi malbata xwe re hatiye bêparkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Pûya Îsfendiyarî, ji ber beşdarîkirin di kombûna nerizayetî û mangirtina peresdaran de ku di heyama rojên borî de li nexweşxaneyên cuda di halê birêveçûnê de ye hatiye girtin û lipeyketinên malbat û kesûkarên wî bo agehdarbûn ji çarenivîsa wî heta niha bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast ji sedema girtin, tohmetên li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin