Mehabad; Girtina Silêman Salek welatiyê temen 73 salî ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê

25 August 2024 20:48

Hengaw; Yekşemî 25ê Tebaxa 2024an

Silêman Salek welatiyê temen 73 salî û rûniştiyê Mehabadê ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha Mehabadê hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 24ê Tebaxa 2024an, Silêman Salek welatiyê temen 73 salî û xelkê Bokanê û rûniştiyê Mehabadê piştî gazîkirin bo Dadserya Giştî û Dadgeha Şoreş a Mehabadê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Mehabadê hate veguhastin.

Beriya niha Hengawê di raporekê de diyarî kiribû ku, di Nîsana 2024an de navbirî ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Keyferiya Du a Pîranşarê ve bi tohmeta "endamtî di Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê de" bi rêya helgirtina çek bi 10 sal girtîgehê û bi tohmeta endametî di vê partiyê de jî bi salek girtîgehê hatibû sizadan.

Sizayê hanê piştî pêdaçûnê bi 7 sal û 6 mehan hate kêmkirin.
Silêman Salek roja Sêşemî 28ê Hezîrana 2022an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin û piştî mehekê bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.

Hejayî gotinê ye ku Silêman Salek carek dinê jî, roja 18ê Tebaxa heman salê piştî gazîkirin bo Dadgeha Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatebû girtin û piştî bi dawîhatina lêpirsînê bo girtîgeha Nexedê hatibû veguhastin û bi barimteyê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin