Girtîgeha Urmiyê; Raporek derheq rewşa Suida Xedîrzade, girtiya siyasî ya Kurd û zaroka wê ya biçûk

25 August 2024 21:55

Hengaw; Yekşemî 25ê Tebaxa 2024an

Suida Xedîrzade, girtiya siyasî ya Kurd a girtî di beşa jinan a girtîgeha navendî ya Urmiyê de, digel zaroka xwe ya biçûk, heyama du sal û deh meh û 12 roj in girtîgeh derbas kiriye. Navbirî di meha Cotmeha îsal de dê çarêkek ji sizayê xwe yê 12 sal girtîgehê derbas bike.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Suida Xedîrzade, girtiya siyasî ya xelka Pîranşarê û zaroka wê ya 2 sal û du mehî ya bi navê "Ala", heya niha jî bi bê sûdwergirtin ji mafê azadiya demkî (mirexesî) di beşa jinan a girtîgeha navendî ya Urmiyê de dimînin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar ji girtîgeha Urmiyê, Ala (Solîna) vê dawiyê ji ber rewşa pir xerab a paqijî (tendirustî), nebûna sîstema hêniker a guncaw û germa zêde di hundirê beşa jinan a girtîgeha navendî ya Urmiyê de, rastî alerjiya pîstî hatiye û berpirsên girtîgehê ji veguhastina wê bo navendên dermanî yên li derveyî girtîgehê astengî çêkirine.

Ev girtiya siyasî ya Kurd, tenê carekê roja Şemî 18ê Gulana 2023an, mirexesî wergirt û ew jî, ji Urmiyê çûbû mala xizmekî xwe li Pîranşarê û piştî rojekê ji aliyê hêzên Îtilaata vî bajarî ve hatibû girtin. Ev dayîka girtî û zaroka wê, piştî 48 demjimêran ji binçavkirinê ji girtîgeha îdareya Îtilaata Pîranşarê careke din bo beşa jinan a girtîgeha navendî ya Urmiyê hatine veguhastin.

Suida Xedîrzade berî niha ji aliyê Dadgeha Keyferî ya Yekem a bajarê Mehabadê ve bi tometa "hevkarîkirin li kuştina endamekî Spaha Pasdaran û endamtî li Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê" bi 12 sal û 6 meh girtîgehê hatibû sizadan. Sizayê navbirî roja Şemî 6ê Îlona 2022an, bi awayekî fermî ji malbata vê girtiya siyasî ya Kurd re hatibû ragihandin.

Navbirî aliyê kêm carekê ku ji xwekujiyê di girtîgehê de rizgar bûye, roja Duşemî 21ê Hezîrana 2022an, di yek ji nexweşxaneyên Urmiyê de bi neştergeriya sezariyen zaroka wê hate dinyayê û piştî rojekê bi bê dawîhatina heyama dermankirinê bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû vegerandin.

Suida Xedîrzade roja Pêncşemî 14ê Cotmeya 2021an, ji aliyê hêzên hikûmetê ve li Pîranşarê hatibû girtin û roja Duşemî 8ê Mijdara heman salê, bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin