Tehran: Serhengekî Kurd li Ertêşê ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hate girtin

05 August 2024 11:40


Hengaw; Duşemî 5ê Tebaxa 2024an

Muhsên Esfendiyarîtebar ê welatiyê Kurd û xelkê Giyelanê ku wekî serheng di Ertêşa Komara Îslamî ya Îranê de ye, heftiya borî ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hate girtin û çarenivîsa wî nediyar e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî derbasbûna heftiyek ji binçavkirina Muhsen Esfendiyarîtebar ê serhengê Ertêşê û xelkê bajarê Giyelanê yê ser bi Kirmaşanê, ti zanyariyek ji qedera navbirî li ber dest nîne û lipeyketinên malbata wî di vê derbarê de bê encam maye.

Hengaw agehdar bûy ku, ev serhengê Ertêşê ji ber birêvebirina rûpeleke Instagramê ku pirsgirêkên navçeya Giyelanê û bajarên derdorê belav dikir, hatiye girtin. Wezareta Îtilaatê jî daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku bi hevkariya îdareya Îtilaata parêzgehên Îlam, Kirmaşan û Tehranê, birêveberê rûpela navbirî ya Instagramê hatiye naskirin û girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke nêzîkî malbata Muhsên Esfendiyarîtebar, ev welatiyê han di demjimêrên detpêkê yên sibêdeha roja Duşemî 29ê Tîrmeha 2024an, li êrîşa hêzên Îtilaata Spahê bo ser mala navbirî li Tehranê hatiye girtin.

Vê çavkaniyê behs ji binçavkirina çend kesên dinê jî di vê derbarê de kiriye û nasnameya wan ji aliyê Hengawê ve tê lêkolînkirin.

Herwiha, Elahdad Mensûcî yê efserê xanenişînkirî yê Spaha Pasdaran jî bi gumana hevkarîkirin bi vê rûpela Instagramê re hatiye gazîkirin û berpirsatiya wî jê hatiye sitandin.


Di vî warî de zêde bixwînin