Metîn Husênî ji ziyanberketiyê çav ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin

26 August 2024 22:50

Hengaw; Duşemî 26ê Tebaxa 2024an

Metîn Husênî ji ziyanberketiyê çav yê xwenîşandana Cotmeha 2019an li Îranê (Xezelwera 1398an a Rojî) û xelkê bajarê Bokanê bi mebesta birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin. Navbirî berê ji aliyê Dadgeha Şoreş ve bi 31 meh girtîgehê hatibû sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 26ê Tebaxa 2024an, Metîn Husênî ji ziyanberketiyê çav yê xwenîşandana Cotmeha 2019an (Xezelwera 1398an a Rojî), piştî vê ku bo navenda Birêvebirina Sizayan hatibû gazîkirin li wir hate girtin û bi mebesta birêvebirina sizayê bi ser de hatî sepandin bo girtîgeha navendî ya Bokanê hate veguhastin.

Ev ziyanberketiyê çav berê bi weşana vîdyoyekê dabû zanîn ku, divê çend rojên bê bo birêvebirina sizayê girtîgehê xwe bi girtîgeha navendî ya Bokanê bide nasandain.

Metîn Husênî di navîna meha Gulana 2024an de, bo Taya 101 a Dedgeha Keyferiya Du a vî bajarî bi 31 meh girtîgehê hatibû sizadan. Navbirî 16ê Gulana 2024an, di kombûna dadgehê de derheq tohmeta “handana xelkê bo şer û kuştinê bi hev re bi mebesta têkdana ewlehiya welat” û propagende li dijî hikûmetê” amade bibû.

Metîn Husênî ji dadxwazê Cotmeha 2019an (Xezelwera 1398an a Rojî), roja Sêşemî 23ê Çileya 2024an, bi êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wî li bajarê Bokanê hatibû girtin.

Ev ziyanberketiyê çav, di dawiyê de roja Pêncşemî 22ê Şibata 2024an, bi danîna barimteya yek milyard Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Bokanê hatibû berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, Metîn Husênî, di meşa serhildana xwînayî ya Cotmeha 2019an de, bi teqeya rasterast a hêzên Komara Îslamî ya Îranê rastî birîndarbûna çavê xwe bibû.

Navbirî di Mijdara 2019an de, li halekê ku ji bo dermankirina çavê xwe yê ziyandîtî li bajarê Tehranê bû, ji aliyê hêzên ewlehî ve li yek ji navendên dermanî hatibû girtin û piştî demekî bi danîna barimteyê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin