Girtîgeha Êvînê; Berdewamiya nexuyabûna çarenivîsa Wirîşe Muradî û bêparkirina navbirî ji mafê hevdîtin û pêwendiya telefonî
Hengaw; Sêşemî 27ê Tebaxa 2024an
Wirîşe Muradî, girtiya siyasî ya Kurd û endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), ku 392 roj ji binçavkirina wê derbas bûye û zêdetirî sê meh e bi fermana dadwer Selewatî ji mafê pêwendiya telefonî û çavpêketina digel malbat û parêzerê xwe hatiye bêparkirin, ji aliyê Lîjneya Dîsîpilîn ya girtîgeha Êvînê ve ji ber nîşandana nerazîbûnê derheq cîbicîkirina sizayê darvekirina Riza Resayî yê girtiyê siyasî yê Kurd, bo heyama du mehên dinê jî, ji van mafane hatiye bêparkirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ji rêkefta Sêşemî 6ê Tebaxa 2024an ve, Wirîşe Muradî, girtiya siyasî ya Kurd a xelka bajarê Sinê digel hejmarek din ji girtiyên siyasî yên jin li girtîgeha Êvînê ji aliyê Lîjneya Dîsîpilîn a vê girtîgehê ve ji mafê pêwendiya telefonî û hevdîtinê hatine bêparkirin. Herwisa 4ê Tebaxê duyemîn kombûna dadgehîkirina Wirîşe Muradî piştî derbasbûna zêdetirî salek binçavkirinê, ji ber amadenebûna wê li dadgehê bi nîşaneya nerazîbûnê derheq sepandina sizayê darvekiirnê bi ser Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî, bo demeke dinê hate parehêştin.
Piştî cîbicîkirina sizayê darvekirina Riza Resayî yê girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê Sehneyê û ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî, hejmarek ji girtiyên jin ên li girtîgeha Êvînê li rêkefta 6ê Tebaxê nerazîbûna xwe nîşan dan ku pevçûna van girtiyane û pasevanên girtîgehê li pey xwe anî û ji aliyê Lîjneya Dîsîpilînê ve ji mafê pêwendiya telefonî û hevdîtinê hatine bêparkirin.
Ev girtiya siyasî rêkefta 4ê Tebaxê, bi nîşaneya nerazîbûnê derheq sepandina sizayê darvekirinê bi ser Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî de, li dadgehê amade nebû û parêzerên dosyeya wê li wê dadgehê amade bûn û ji dadwer Selewatî re ragihandin ku, Wirîşe Muradî bi nîşaneya nerazîbûnê derheq sepandina sizayê darvekirinê bi ser Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî de, li dadgehê amade nebûye û dadwer dadgeha wê bo demeke dinê pare hêla.
Herwisa kombûna yekem a dadgehîkirina vê çalakvana siyasî ya Kurd li rêkefta 16ê Hezîrana 2024an, li Taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê bi serokatiya dadwer Ebulqasim Selewatî bi tohmeta “bexî” ji rêya endametî li KJARê bi rê ve çû ku di wê kombûnê de îzna berevanîkirinê bi Wirîşe û parêzerên wê re nehate danê.
Ev welatiya Kurd di 14ê Gulana 2024an de, bi fermana dadwer Selewatî bi mebesta lêpirsîna dubare bo heyama sê rojan bo odeya takekesî ya benda 209 a girtîgeha Êvînê hatibû veguhestin û digel Pexşan Ezîzî li hember vê veguhestinê du rojan dest avêtibûn bi gireva birçîbûnê.
Ev welatiya Kurd di Şibata 2024an de, ji aliyê lêkolînerê Taya 5 a Serdozgeriya Giştî û Şoreş a Tehranê ve bi “Bexî” bi rêya endametî di Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê de hate tohmetbarkirin û dosyaya wê piştî derkirina daxwaza dadgehîkirinê ji aliyê Daxwazkarê Giştî ve bo Taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê bi serokatiya dadwer Selewatî hate şandin.
Hêjayî gotinê ye ku, Wirîşe Muradî roja Sêşemî 1ê Tebaxa 2023an, li ser rêya Merîwan bo Sinê ji aliyê hêzên ewlehî yên Wezareta Îtilaatê ve hate revandin û navbirî di dema revandinê de bi tundî rastî lêdanê hatibû û bi bê wê ku bê dermankirin bo girtîgehê atibû veguhestin.