Raporek ji Mecîd Ecebî yê girtiyê siyasî li girtîgeha Seqizê

27 August 2024 16:30

Hengaw; Sêşemî 27ê Tebaxa 2024an

Mecîd Ecebî, welatiyê xelkê bajarê Seqizê ku vê dawiyê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi şeş sal girtîgehê hatiye sizadan, ji 10 roj berî niha ve ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê hate girtin û niha di girtîgeha navendî ya vî bajarî de, heyama sizayê bi ser de hatî sepandin derbas dike.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 17ê Tebaxa 2024an, Mecîd Ecebî yê xelkê bajarê Seqizê piştî gazîkirin bo navenda Birêvebirina Sizayan a vî bajarî hate girtin û ji bo derbaskirina sizayê 18 meh yê girtîgehê bo girtîgeha navendî ya Seqizê hate veguhastin.

Hengaw hatiye aghedarkirin ku, Mecîd Ecebî vê dawiyê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Seqizê ve bi tohmeta “çalakî li dijî ewlehiya netewî, endamtî di Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de û propagendekirin li dijî hikûmetê û hwd” bi giştî bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan ku bi sepandina yasaya Serhevkirina  Sizayan, sizayê wî yê herî giran ango 18 meh sizayê girtîgehê divê were cîbicîkirin.

Mecîd Ecebî, berê di Herêma Kurdistanê de endamê yek ji partiyên Kurdî yên opozîsiyona Komara Îslamî ya Îranê bûye û sala borî piştî cudabûn ji vê partiyê vegeriyabû warê xwe.


Di vî warî de zêde bixwînin