Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Mehabadê hate cîbicîkirin

29 August 2024 14:56

Hengaw; Pêncşemî 29ê Tebaxa 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd yê bi navê Sîrwan Ebûbekrî yê xelkê Serdeştê, ku berî niha bi tohmeta "kuştina bi qeset" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Mehabadê hate cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 29ê Tebaxa 2024an, sizayê darvekirina Sîrwan Ebûbekrî yê temen 30 salî û xelkê Serdeştê li girtîgeha navendî ya Mehabadê hate cîbicîkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê hanê ku berî niha bi tohmeta "kuştina bi qeset" hatibû girtin û bi îdamê hatibû sizadan, roja borî dawî hevdîtina digel malbata xwe kiribû.

Heta dema belvabûna vê nûçeyê, nûçeya darvkirina vî girtiyê Kurd di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nezî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin