Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Xuremavayê hate cîbicîkirin

29 August 2024 20:33

Hengaw; Pêncşemî 29ê Tebaxa 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd yê bi navê Mêysem Husênxanî, ku berî niha ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta "kuştina bi qeset" bi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Xuremavayê hate cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 28ê Tebaxa 2024an, sizayê darvekirina Mêysem Husênxanî yê temen 22 salî û xelkê Kuyeştê li girtîgeha navendî ya Xuremavayê (girtîgeha Parsîlûnê) hate cîbicîkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê hanê sê sal berî niha bi tohmeta "kuştina bi qeset" hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Heta dema belvabûna vê nûçeyê, nûçeya darvkirina vî girtiyê Kurd di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin