Miyanduav; Xwekujiya Şîma Rameşk a 14 salî û qurbaniya zarokzewaciyê

30 August 2024 15:04

Hengaw; Înê 30ê Tebaxa 2024an

Şîma Ramşek, jina zarok a 14 salî û xelka bajarê Bokanê piştî demeke dirêj nerazîbûn û zextên ji ber zewaca bi zorê, hewla xwekujiyê da û dawî bi jiyana xwe anî.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 28ê Tebaxa 2024an, Şîma Ramşek a jina zarok a xelka gundê Şêxler ê ser bi Bokanê li mala xwe ya digel hevjînê xwe û hilkeftî li gundê Mercanava yê girêdayî bajarê Miyanduavê hewla xwekujiyê da û demûdest canê xwe ji dest da. 

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev zaroka qurbanî ya ji ber zarokzewaciyê ji rêya xwedarvekirinê ve li mala xwe dawî bi jiyana xwe aniye û piştî 48 demjimêran, roja Înê 30ê Tebaxê termê wê ji Pizîşkê Dad bi malbata wê re hatiye radestkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, Şîma Ramşek di 13 saliyê de bi zextên berdewam ên malbatê neçar mabû bi kesekî temenserê yê bi navê Mensûr Cegen re bizewice.

Mijara zewaca zarokan her dem ji aliyê saziyên medenî û çalakvanên mafê mirovî ve, tevî dijberiya civakî û nakokiya bi yekparçeyiya derûnî û laşî ya zarokan re, rastî nerazîbûnan hatiye. Ev pirse, di warê danasîna kesayetî bo warê olî û nebûna çavdêriya dadwerî ya guncaw li herêm yan olên cuda, bûye sedema binpêkirina ducarî li ser mafê jin û zarokan.


Di vî warî de zêde bixwînin