Rewanser; Îdrîs Muradî ji girtiyê siyasî yê berê hate girtin

05 August 2024 16:47

Hengaw; Duşemî 5ê Tebaxa 2024an

Îdrîs Muradî, ji çalakvanê siyasî û girtiyê siyasî yê berê yê Kurd û xelkê Rewanserê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata vî bajarî hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 4ê Tebaxa 2024an, Îdrîs Muradî, temen 40 salî û ji çalakvanê siyasî û girtiyê siyasî yê berê yê xelkê Rewanserê, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata vî bajarî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina Îdrîs Muradî li ber dest nîne.

Hêjayî behskirinê ye ku, Îdrîs Muradî nêzîkî 10 sal berî niha bi tometa "endametî di yek ji partiyên Kurdistanî yên opozîsyona hikûmetê de" hatibû girtin û piştî 18 meh girtîgehê ji girtîgeha navendî ya Pawê hatibû berdan.

Ev girtiyê siyasî yê han, di heyama salên borî de jî gelek caran ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye gazîkirin û rastî lêpirsînê hatiye.


Di vî warî de zêde bixwînin