Girtin û nexuyabûna çarenivîsa welatiyekî Kurd li Kamêranê

06 August 2024 19:25

engaw; Sêşemî 6ê Tebaxa 2024an

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Kamêranê yê bi navê Peyman Xûnbarê, ji aliyê Îtilata Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û çarenivîsa wî nexuya ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 31ê Tîrmeha 2024an, Peyman Xûnbarê yê xelkê Kamêranê ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hate girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, navbirî piştî wê ku bo cara çendê bo îdareya Îtilaatê li Kamêranê hatibû gazîkirin, li wir hate girtin

Hêjayî gotinê ye ku, ev welatiyê Kurd, meha borî piştî endametiyek demkurt di yek ji partiyên Kurdî yên dijberê Komara Îslamî ya Îranê de, bi wergirtina “nameya parastinê” û derbaskirina rêkarên yasayî vegeriyabû Îranê.


Di vî warî de zêde bixwînin