Girtîgeha Urmiyê; Canjidestdana girtiyekî ji ber veneguhastina navbirî bo navendên dermanî

08 August 2024 12:28

Hengaw; Pêncşemî 8ê Tebaxa 2024an

Girtiyekî Kurd ê bi navê Ruhulah Mihemedî li girtîgeha navendî ya Urmiyê, ji ber ku ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneyê nehatiye veguhastin, jiyana xwe ji dest da. Navbirî berî niha ji ber tohmetên asayî (ne siyasî) hatibû girtin û bi 7 sal girtîgehê hatibû sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 6ê Tebaxa 2024an, Ruhulah Mihemedî, girtiyê 48 salî yê xelkê Urmiyê, bi sedema pêranegihîştina pizîşkî li girtîgeha navendî ya vî bajarî canê xwe ji dest da.

Veneguhastina vî girtiyê ji bo navendên pizîşkî, di halekê de bûye ku kadirên dermanî yên di beşa tendirustiya girtîgehê de li ser pêwîstiya veguhastina navbirî bo nexweşxaneyê ji ber nexweşiya dil tekezî kiribûn.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Ruhulah Mihemedî li halê derbaskirina duyemîn sala sizayê xwe yê 7 sal girtîgehê di girtîgeha navendî ya Urmiyê de bû.


Di vî warî de zêde bixwînin