Raporek li ser girtin û veguhastina Eyûb Demawendî bo girtîgeha navendî ya Nexedê

01 September 2024 20:41


Hengaw; Yekşemî 1ê Îlona 2024an

Welatiyekî Kurd ê xelkê Pîranşarê yê bi navê Eyûb Demawendî piştî mehek ji binçavkirin û lêpirsînê ji îdareya Îtilaata Urmiyê bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 1ê Îlona 2024an, Eyûb Demawendî yê xelkê gundê "Dêlze" yê girêdayî bajarê Pîranşarê piştî mehek ji binçavkirin û lêpirsînê ji girtîgeha Îtilaata Urmiyê bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd mehek berî niha li êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wî û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatibû girtin û bo girtîgeha Îtilaata Urmiyê hatibû veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin û qedera vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin