Şino; Siyamend û Luqman Zengî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

04 September 2024 21:23

Hengaw; Çarşemî 4ê Îlona 2024an

Du welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Şinoyê yên bi navê Luqman Zengî (Ereb) û kurê wî yê bi navê Siyamend Zengî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine binçavkirin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 4ê Îlona 2024an, Luqman Zengî yê temen 52 salî û xelkê gundê "Kanî Sorke" yê girêdayî bajarê Şinoyê digel kurê xwe yê bi navê Siyamend Zengî yê 22 salî, bi êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wan û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, lipeyketinêna malbata Zengî derheq agehdarbûn ji qedera wan bê encam maye û saziyên ewlehî di vê derbarê de xwe ji dane her cure bersiveke rohn dûr girtine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê girtin, tohmetên li dijî wan hatinî sepandin û herwisa cihê ragirtin û çarenivîsa van du welatiyên Kurd li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin