Dîwandere; Arman Newşadî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

17 September 2024 11:26

Hengaw; Sêşemî 17ê Îlona 2024an

Arman Newşadî, welatiyê Kurd ê xelkê Dîwanderê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Roja Duşemî 16ê Îlona 2024an, Arman Newşadî yê xelkê bajarê Dîwanderê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî di mala bavê xwe de hatiye girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê sedemên girtin, tohmetên li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin