Dîwandere; Girtina Xelîl Esxerî û Pûya Husênî ji aliyê hêzên ewlehî ve

19 September 2024 16:41

Hengaw; Pêncşemî 19ê Îlona 2024an

Xelîl Esxerî û Pûya Husênî, du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Dîwanderê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 19ê Îlona 2024an, Xelîl Esxerî yê xelkê Dîwandere û Pûya Husênî yê 18 salî û xelkê gundê “Reşe Ava” yê ser bi Dîwanderê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke nêzî malbata van du welatiyan, hêzên Îtilaatê bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî û bi awayekî tundûtîjî hewla girtina wan daye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedema girtin, tohmetên li dijî wan hatinî sepandin û cihê ragirtina Xelîl Esxerî û Pûya Husênî li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin