Zextên saziyên ewlehî li ser çalakvanên sendîkayî yên mamosteyên Kurdistanê bi hilkefta salvegera tevgera "Jin Jiyan Azadî"

13 September 2024 16:59

Hengaw; Înê 13ê Îlona 2024an

Bi hilkefta duyemîn salvegera tevgera "Jin Jiyan Azadî" 14 kes ji çalakvanên sendîkayî yên endamên Encumena Sendîkayî ya Mamosteyên Kurdistanê ya taya Sinê, ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine gazîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Dadseraya Giştî û Şoreş û saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Sine, Fatime Zendkerîmî, Nesrîn Kerîmî, Selah Hacîmîrzayî, Feysel Nûrî, Mecîd Kerîmî, Riza Tehmasibî, Şehriyar Nadirî, Bêhzad Qewamî, Mihemedriza Muradî, Aram Îbrahîmî, Sadiq Kenanî, Rizgar Heyderî,Xeyas Nî´imetî û Kuroş Izetî Emînî, 14 kes ji çalakvanên sendîkayî yên mamosteyên vî bajarî gazî kirine.

Ev çalakvanên Kurd bi tohmetên wekî "propagende li dijî Komara Îslamî ya Îranê, têkdana aramî û asayişa giştî û kombûn û lihevkirin li dijî ewlehiya Îranê" hatine gazîkirin.

Li gorî banghêjiya ku ji van çalakvanên sendîkayî re hatiye şandin û kopeyek ji vê ketiye destê Hengawê, divê roja şemî 14ê Îlonê demjimêr 9ê sibê, wate rojek beriya duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî, li Dezgeha Dadwerî û saziyên ewlehî amade bibin.

Hêjayî gotinê ye ku, di mehên destpêka tevgera "Jin Jiyan Azadî" de hejmarek berçav ji mamoste li Kurdistanê ji ber piştevanîkirin ji xwenîşandanan hatibûne gazîkirin û girtin û rastî sepandina sizayê dadgehê hatibûn.


Di vî warî de zêde bixwînin