Girtina dubare ya Ehmed Hesenzade yê bavê dadxwaz li Bokanê

15 September 2024 21:16

Hengaw; Yekşemî 15ê Îlona 2024an

Ehmed Hesenzade ji endamê malbatên dadxwaz û bavê Mihemed Hesenzade ji cangoriyê tevgera Jin Jiyan Azadî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û çarenivîsa wî nexuya ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 15ê Îlona 2024an, demjimêr 11ê beriya nîvro, hêzên îdareya Îtilaatê Ehmed Hesenzade yê welatiyê 57 salî û bavê dadxwaz uê xelkê Bokanê li ber deriyê mala wî binçav kirin.

Çavkaniyeke nêzî malbata Hesenzade tevî piştrastkirina vê nûçeyê ji Hengawê re gotiye: “Telefona Hesenzade demjimêrek piştî girinê ku bi malbata xwe re pêwendî girtibû û nûçeya girtina xwe ji wan re dabû zanîn, hatiye temirandin û ji wê demê ve ti zanyariyek ji çarenivîsa wî li ber dest nîne”.

Ehmed Hesenzade roja 30ê Tîrmehê jî, hevdem digel roja jidayîkbûna kurê xwe yê canjidestdayî digel keça xwe ya bi navê Solmaz hatibûne girtin û roja dinê bi danîna barimteyê hatibûne berdan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedema girtin, tohmetên li dijî wî hatinî sepandin û cihê ragirtina vî endamê dadxwaz li ber dest nîne.

Ehmed Hesenzad digel Solmaza keça xwe li rêkefta 5ê Îlona 2023an jî hatibûne girtin. Solmaz Hesenzade êvareya roja Çarşemî 26ê Îlona sala borî jî, digel sê kes ji hevalên xwe li ser rêya Bokan bo Seqizê hatibû girtin.

Mihemed Hesenzade, êvareya Çarşemî 16ê Mijdara 2022an, li meşa xwenîşandana girseyî ya Bokanê di halekê de ku dixwast keçeke hatî revandin di nav destê hêzên serkutkar yên hikûmetî de rizgar bike, bi gelek derbeyên kêran û herwisa gulleyekê ku ji aliyê hêzên hikûmetî ve li ser sing û dilê wê ketibû, canê xwe ji dest da.


Di vî warî de zêde bixwînin