Mîlad Pîranî ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Dîwanderê hate girtin

13 September 2024 16:22

Hengaw; Înê 13ê Îlona 2024an

Di berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd de û hevdem bi hilkefta duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî, Mîlad Pîranî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û hejmara girtiyên Kurd li vî bajarî giha bi şeş kesan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 11ê Îlona 2024an, Mîlad Pîranî yê welatiyê temen 32 salî û xelkê gundê "Koneqela" yê ser bi Dîwanderê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û bi awayekî tundûtîjî Mîlad Pîranî binçav kirine û piştre bo cihekî nexuya veguhastine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê sedemên girtin, tohmetên li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.

Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyema vê hefteyê de aliyê kêm 6 welatiyên Kurd li Dîwanderê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin