Sine; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Aram Sadiqî

17 September 2024 20:37

Hengaw; Sêşemî 17ê Îlona 2024an

Watiyekî Kurd ê bi navê Aram Sadiqî, xelkê bajarê Sinê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û tevî derbasbûna hefteyek ji binçavkirinê ti zanayriyek derheq qedera navbirî li ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Aram Sadiqî yê xelkê Sinê, roja Sêşemî 10ê Îlona 2024an, ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve li vî bajarî hate girtin û bo girtîgeha "Şehramfer" a vê navneda leşkerî_ewlehî li Sinê hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd ji aliyê hêzên saziya Îtilaata Spahê ve li ber deriyê dukana xwe li şeqameke vî bajarî hatiye binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê sedemên girtin, tohmetên li dijî navbirî hatinî sepandin û qedera vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin