Di berdewamiya binçavkirina welatiyên nerazî li Bilwanavayê, Mardîn Baqirî yê 19 salî hate girtin

04 September 2024 22:09


Hengaw; Çarşemî 4ê Îlona 2024an

Di berdewamiya pêla binçavkirina welatiyên Bilwanavayê piştî nerazîbûna xelkê vî bajarî, welatiyekî din ê bi navê Mardîn Baqirî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li Dêwulanê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Sêşemî 3ê Îlona 2024an, Mardîn Baqirî yê 19 salî û xelkê gundê "Sêrinciyane" yê ser bi Dêwulanê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd li yek ji benzînxaneyên bajarê Dêwulanê ji aliyê du trombêlên hêzên îdareya Îtilaatê ve ku ev cih hatibû dorpêçkirin, hate girtin.

Hêjayî gotinê ye ku, di heyama çend rojên borî de, her li ser vê xwenîşandanê, 2 welatiyên dinê yên gundê Sêrinciyanê bi paşnavê "Baqirî", ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûne girtin.

Şeva Yekşemî 1ê Îlonê, piştî sê roj ji kombûna nerazîbûnê ya xelkê bajarê Bilwanava yê ser bi Dêwulanê derheq hatinûçûna maşînên giran ên kanan û wêrankirina rêyan, bi êrîşa hêzên ewlehî û Yekîneya Taybet ev xwenîşandane tunûtîjî tê ket û hejmarek ji xwenîşander hatine girtin û hejmarek jî rastî lêdan û kutanê hatin ku rewşa tendirustiya 10 kes ji wan bi xirabî hatiye ragihadin. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê girtin, tohmetên li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa Mardîn Baqirî li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin