Girtina welatiyekî din ê Kurd di nêzîkbûna duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî de

05 September 2024 22:07

Hengaw; Pêncşemî 5ê Îlona 2024an

Welatiyekî Kurd û xelkê Pîranşarê yê bi navê Seidun Şerîfî ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin. Di devedevê duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî, pêla girtina welatiyan li bajarên Kurdistanê zêde bûye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 23ê şeva Çarşemî 4ê Îlona 2024an, hêzên Îtilaata Spahê li bajarê Pîranşarê bi êrîşkirin bo ser mala malbatî ya Seidun Şerîfî li gundê "Girdase" bi awayekî tundûtîjî navbirî binçav kirine.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên Îtilaata Spahê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî bi êrîşkirin bo ser mala Seidun Şerîfî û ji bo çêkirina rewşeke tirsandinê navbirî binçav kirine û bo cihekî nexuya veguhastine.

Hengaw agehdar bûye ku, hêzên ewlehî tevî girtina vî welatiyê Kurd, mala wî vekolîne û dest danîne ser telefona wî.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast debarê girtin, tohmetên li dijî navbirî hatinî sepandin, qeder û cihê ragirtina Seidun Şerîfî li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin